Îsraîlê çar rojnamevanên kanala Cezîreyê kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnamevanekî kanala Cezîreyê di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de li Xezzeyê hat kuştin. Berevanên mafên mirovan dibêjin ku, wî li xetên pêşîn ên şerê Xezzeyê romal kiriye.

Rayedarên Xezzeyê û kanala Cezîreyê ragihand, "Derengiya şeva borî, peyamnêrê kanala Cezîreyê Enes Şerîf ligel çar rojnamevanên hevkarên wî û alîkarekî wî di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de li bin çadirekê li nêzî Nexweşxaneya Şîfayê li rojhilatê Xezzeyê hat kuştin.”

Rojnamevanên din ên ku hatine kuştin Mihemed Qureyqa, Îbrahîm Zahir, Muimin Ilêwe û Mihemed Newfel bûn.

Li gorî rayedarekî Nexweşxaneya Şîfayê, du kesên din jî di wê êrîşê de hatine kuştin lê ne diyar e ka ew sivîl bûn an na.

Kanala Cezîreyê Enes Şerîf wekî yek ji rojnamevanên herî wêrek ên Xezzeyê bi nav kir û got, “Ew êrîş bizavek bû ji bo bêdengkirina dengên li dijî dagirkirina Xezzeyê.”

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, "Şerîf serokê şaneyeke Hamasê bû û berpirsiyarê êrîşên mûşekî yên li ser sivîlan û leşkerên artêşa Îsraîlê bû.”

Pêştir jî artêşa Îsraîlê Enes Şerîf wekî yek ji şeş rojnamevanên Xezzeyê yên ku endamên Hamasê û Cîhada Îslamî ya Filistînê ne bi nav kiribû. Ji bo piştrastkirina îdiaya xwe, Îsraîlê çend belge nîşan dabûn ku tê de qaşo lîstên wan kesên ku korsên perwerdeyê ji aliyê wan her du rêxistinan ve qedandine û mûçe wergirtine hebûn.

Komeke xweser a rojnamevaniyê û şarezayekî Neteweyên Yekgirtî pêştir hişyarî dabû ku, jiyana Enes Şerîf ji ber romalkirina li Xezzeyê di xetereyê de bû. Peyamnêra Taybet a Neteweyên Yekgirtî Irene Khan meha borî got, "Îdiayên Îsraîlê yên li dijî Enes Şerîf bê bingeh in."

Kanala Cezîreyê jî di beyannameyekê de bersiva îdiayên Îsraîlê dabû û gotibû, "Em îdiayên Îsraîlê ji bo nasandina rojnamevanên kanala me wekî terorîst red dikin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment