Li Helebçeyê di bûyereke trafîkê de 8 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Bûyereke trafîkê ya mezin li gundekî parêzgeha Helebçeyê çê bû, di wê bûyerê de 8 kes birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.
Rêveberiya Trafîkê ya Parêzgeha Helebceyê îro (Duşem, 11ê Tebaxa 2025ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku, di qezayeke trafîkê de li gundê Pirîsê yê parêzgeha Helebceyê heşt kes birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.
Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin, “Ji ber wergeriyana timbêleke Mercedes li gundê Pirîsê yê parêzgeha Helebceyê, timbêlek ji bin kontirola şofêrê wê derket û şofêr û heft rêwiyên wê birîndar bûn.”
Rêveberiya Trafîkê ya Parêzgeha Helebceyê herwesa ragihand, “Birîndar bi merema çareserkirinê ji bo Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Helebceyê hatin veguhastin û lêkolîn li ser wê bûyerê ji hêla tîma trafîkê ve hatiye destpêkirin.”