Hevseroka DBPê: Pirsa Kurd bingeha hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar ragihand, pirsa Kurd bingeha hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye û tekez kir ku ji bo avakirina siberojeke demokratîk, pêwîstî bi nêzîkatiyeke cidî û gavên wêrek heye.

Çîgdem Kiliçgun Uçar di axaftineke xwe de li navçeya Bazarcix a Mereşê, bal kişand ser destpêka "serdemeke nû" û got, "Ji vir û pê ve em ê ne li ser hebûna Kurdan, lê li ser maf û azadiyên Kurdan biaxivin."

"Çareserî ne tenê berpirsiyariya Kurdan e"

Hevseroka DBPê diyar kir, pirsa Kurd bingeha hemû pirsgirêkên civakî ye û neçareserkirina wê bandoreke neyînî li ser hemû beşên civakê dike. 

Herwiha anî ziman, avakirina aştiyeke mayînde û siberojeke demokratîk nabe tenê weke berpirsiyariya Kurdan were dîtin û divê hemû alî beşdar bibin.

Uçar bang li "komîsyona proseyê" kir ku di pêngavên xwe de "wêrek" be. Uçar got, "Divê di warê yasayî û dadperweriyê de gavên şênber werin avêtin ku bikaribin baweriya civakê jinûve ava bikin."

Bi vê yekê, Uçar daxwaz kir ku ji bo çareseriyeke rasteqîn, divê mekanîzmayên ku werin avakirin, karibin bi awayekî yasayî û adil tevbigerin da ku bawerî di navbera aliyan de çêbibe.

 

 
Fly Erbil Advertisment