
Luqman Ehmed li Washingtonê nasnameya Kurdî bi cîhanê dide nasîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekarê Kurd Luqman Ehmed li Washingtonê pêşangeheke nû bi navê "Dengên bi Reng" vekir, ku tê de tabloyên wî yên rengîn pêşan dan.
Pêşangeha ku li eywana N+A Gallery li Virginia hat lidarxistin, bi armanca avakirina pireke çandî di navbera Kurdistan û cîhanê de, sembol û kelepora Kurdî bi ruhê hevdem pêşkêş kir.
"Huner, pireke çandî ye"
Luqman Ehmed, ku li Virginia dimîne, derbarê felsefeya xwe ya hunerî de dibêje: "Ez hunermendekî şêwekar ê Kurd im ku hez ji dîrok, şaristanî û kelepûrê dike. Tabloyên min germahî û jiyanê di nav xwe de dihewînin û ez hez dikim hunerê bi muzîkê re bikim yek da ku ezmûneke tekûz pêşkêş bikim. Ez bawer dikim ku huner pireke di navbera çandan de ye û em dikarin bi rêya wê peyamên xwe yên mirovî bigihînin her kesî."
Ehmed bi şêwaza xwe ya taybet a tevlihevkirina reng û sembolên Kurdî tê naskirin û tekez dike ku peyama wî ew e ku nasnameya Kurdî bide der û pireyên çandî di navbera Kurdistan û cîhanê de ava bike.
Beşdarên pêşangehê, ku ji endamên civatên Kurd, Ereb û Amerîkî pêk dihatin, tekezî li ser girîngiya van çalakiyan kirin ji bo danasîna nasnameya Kurdî, parastina çandê û girêdana nifşên nû bi kokên wan re.





