Fransa: Yekkirina HSD û artêşê ji bo aramiya Sûriye û herêmê girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Fransayê piştgiriya welatê xwe ji bo "guftûgoyên di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de" tekez kir û ragihand, ev hevdîtin bi hevahengiya tam a ligel Amerîkayê birêve diçin.

Wezareta Derve ya Fransayê duh 12ê Tebaxê di daxuyaniyekê de eşkere kir, ew ligel hevkarên xwe yên Amerîkî, "diyalogeke berdewam ligel nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta Sûriyeyê birêve dibin û hewlên xwe yên ji bo nêzîkkirina nêrînan didomînin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, berdewamkirina diyalog û danûstandinan ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî ya mayînde, xwedî girîngiyeke mezin e.

Wezaretê bi taybetî bal kişand ser mijara tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nava artêşa Sûriyeyê de û ev yek weke "pirseke bingehîn ji bo aramiya Sûriyeyê û herêmê û ji bo rûbirûbûna terorê" binav kir. Herwiha hate gotin ku di vî warî de "li her du aliyên Çemê Firatê karên girîng hatine kirin."

Di daxuyaniyê de hat gotin jî, "Fransa pabendî encamên Konferansa Parîsê ye", ku di meha Sibata îsal de hatibû lidarxistin, ji bo gihîştina pêvajoyeke aştiyane di veguhestina desthilatê de, ji qonaxa demkî ber bi ya mayînde ve.

 
Fly Erbil Advertisment