Alattîn Aras: Li Sûriyeyê çareserî, bi yekîtiya Kurdan û federaliyê pêkan e
Enqere (K24) – Li Sûriyeyê karvedanên “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan” a li Heseke didomin. Ligel ku her ji aliyê Tirkiye û Hikûmeta Şamê ve bang li HSDê tê kirin ku li gorî rêveberiyeke navendî pabendî peymana 10ê Adarê bibin û tevlî artêşê bibin, endamê meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistan jî dibêje, ji ber ku HSDê hikumeteke nenavendî dixwaze, rastî bertekan tê ku jixwe li Sûriyeyê çareserî yekîtiya Kurdan û federalî ye.
Karvedanên “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan” ku li bajarê Hesakêya Rojavayê Kurdistanê hat li darxistin didomin. Birêvebiriya Şamê ragihand, ew ê tevlî hevdîtinên li Parisê nebin ku ev konferans weke derbeyek li hewldan û danûstandinên heyî xisti bi nav kir ku ev jî bûye cihê rageşiyan. Ku dihat plankirin bi navbeynkariya Fransayê li Parîsê di navbera berpirsên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de hevdîtin bihata kirin.
Endamê Meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Alattîn Aras jî dibêjê, pirsa Rojavayê Kurdistanê ne bi helwesta hikumeta Sûriyeyê ne jî bi ya Tirkiyeyê çareser dibe ku çare yekîtiya Kurdan e û federalî ye.
Alattîn Aras ji K24ê re got: "Em roja yekem ve dibêjin: Çareserî di federalîzmê de ye, ji bo Sûriyeyê. Ne ji bo Sûriyeyê tenê jî, ji bo Îranê jî, ji bo Bakurê Kurdistanê jî çareserî di federalîzmê de ye. Îro pirsa Sûriyeyê jî, safîbûna wê jî, di tifaqên Kurdan re derbas dibe. Eger Kurdên Sûriyeyê wekî yên li Dihok û Qamişlo hatin ba hev û yekîtiya xwe pêk anîn, evê berdewam bikin, bên ser pirsa Kurd li Sûriyeyê, kêm-zêde ewê çareser bibe."
Em jî dibêjin, çekberdan tiştekî baş e, ji bo Kurdan, ji bo Rojhilata Navîn baş e. Lê Kurdê Sûriyeyê wê nabêjin. Kurdê Sûriyeyê dibê, 'mafê me gerek bêne eşkerakirin'. Di zagona esasî de mafê Kurdan bêne eşkerakirin û em li hemberî hikûmetek navendî bin."
Di demekê de ku aloziyên leşkerî di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên girêdayî hikûmeta Şamê de zêde dibin, hem ji aliyê Tirkiyeyê ve hem jî ji aliyê hikumeta Şamê ve bang li HSDê tê kirin ku pabendî Peymana 10ê Adarê be û tevlî artêşê bibe. Efserê malnişîn Mîthat Işik dide zanîn ger HSDê çekan nedeynê û entegrasyon pêk neye egera operasyoneke Tirkiye û Emerîkayê ser Sûriyeyê pêkan e.
Efserê Malnişîn Mîthat Işik dibêje: “Dixuye ku dê HSDê li Sûriyeyê dev ji çekan bernede û dibêje banga bo PKKê me lixwe nagre. Hikumeta Ehmed Şara ji ber konferansa 8ê Tebaxê tevlî civînên Parîsê nabe. Di hin herêman di navbera aliyan de alozî heye. Ev rageşî taybetî tevgerên HSDê dê di paşerojê de bibe sedama kêşeyên cidî. Loma biya min ger kêşe zêde bibin heye Emerîka û Tirkiye biryara operasyoneke li ser herêmê wergirin. Helwesta Tirkiye zelal e, hemû kes dê çekan deynin, kesên bixwazin bibin leşker dê tevlî artêşa Sûriye bibin.”
Herwiha di encamnameya konferansê de hatibû tekezkirin ku ew pabendî Rêkeftina 10ê Adarê ku di navbera HSDê û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin û encamên Konferansa Yekîtiya Helwesta Kurdî ne.