Ev 150 sal in rengekê kêmpeyda yê temateyan li gundekî Germiyanê tê hilberandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Cotkarên gundê Feqê Mistefa yê Rêveberiya Serbixwe ya Germiyanê ev zêdetirî sedsal û nîvekê ye ku, tovekî temateyan ê taybet diparêzin.
Li gundê Feqê Mistefa yê Qezaya Çemçemalê ya Rêveberiya Serbixwe ya Germiyan, ev zêdetirî 150 salan e ku cotkar bi awayekî malbatî mijûlî çandinê ne û xasma jî girîngiyê didin rengekê kêmpeyda yê temateyan, ku berhema axa bibereket û ava taybet a devera wan e.
Şêniyên vî gundî, ku karê çandiniyê ji bav û kalên xwe wergirtiye, dibêjin ku ew gelek berhemên çandiniyê diçînin, lê temateyên wan xwediyên navûdengekî taybetî ne û daxwazeke mezin li ser wan heye. Cotkarek dibêje, "Me ev kar ji bav û kalên xwe wergirtiye. Temateyên me pir baş in û daxwazeke mezin li ser wan heye."
Taybetmendiya van temateyan ji ber axa wê ya bibereket û ava wê ya şor e, ku tameke cuda dide wan. Cotkarên vî gundî zêdetirî sedsal û nîvekê karîne tovê van temateyên taybet biparêzin. Cotkarek dibêje, "Ev 150 sal in ku em tovê van temateyan diparêzin. Ax û av jî taybetmendiyeke cuda didin wan."
Tevî ku bihayê temateyan carinan li sûkan dadikeve jî, lê temateyên Feqê Mistefa ji ber taybetmendiya xwe bihayekî bilind heye. Yek ji cotkaran dibêje ku, her çend buhayê temateyeke asayî li sûkê 150 dînar be jî, temateyên wan bi kêmî ve bi 1000 dînaran têne firotin.
Ew cotkar bi bawerî ve dibêje. "Ez qebên tevahiya Kurdistan û Iraqê dixwazim, ji bilî ax û avên me, çi kesek nikare vî rengê temateyan hilberîne.”
Di çend salên borî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêtir girîngî daye hilberîna navxweyî, ev jî bûye palderek ji bo cotkarên vî gundî û yên deverên din ku li ser karê çandiniyê û debara jiyara xwe berdewam bin. Tevî giraniya buhayê berhemên wan li gorî berhemên hawirdekirî û berhemên deverên, lê ji ber daxwaza zêde, cotkarên gundê Feqê Mistefa berdewam berhemên xwe difroşin.