Dukan.. Kesekî êrîşî mala xezûrê xwe kir û çar kes gulebaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Qayimqamê Qezaya Dukanê dibêje ku, kesekî ji ber arêşeyeke civakî bi ser mala xezûrê xwe de girtiye û çar kes gulebaran kirine, du kuştî û du birîndar hene.”
Qayimqamê Qezaya Dukanê Sîrwan Serhed îro (Çarşem, 13ê Tebaxa 2025ê) taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, “Berî nêzîkî seetekê li qezaya Dukanê, kesekî ji ber arêşeyeke civakî bi ser mala xezûrê xwe de girt û çend kes li wê malê gulebaran kirin.”
Sîrwan Serhed amaje jî da, “Di encamê de, wî kesî hevjîna xwe û mêrek ku li mala xezûrê wî bû kuştin û du zarok jî birîndar kirin.”
Navbirî herwesa got, "Wî kesî piştî gulebarankirina wan kesan xwe jî kuşt. Termên wan ji bo Pizişkiya Dadê hatine şandin û birîndar jî ji bo nexweşxaneya bajar hatine şandin.”
Qayimqamê Qezaya Dukanê eşkere jî kir ku, tîmên polîsan jî gihîştine cihê wê bûyerê û dest bi lêkolînê kiriye.