Bexda.. Heft endamên malbatekê di rûdaneke elektrîkê de mirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Agir bi maleke bajarê Bexdayê ket, û bû sedema mirina heft endamên wê malê û deriyê wê malê bi yekcarî hat daxistin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Şivan Cebarî got, “Berî nîvroya îro (Çarşem, 13ê Tebaxa 2025ê) li taxa Orê ya bajarê Bexdayê, ji ber şorta elektrîkê agir bi malekê ket û di encamê de heft endamên wê malê mirin.”
Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje jî da, “Du zarokên wê malbatê di dema xewê de ji ber dûmanê xeniqîn.” Herwesa got, “Hêzên ewlehiyê gihîştin cihê wê bûyerê û dest bi lêkolînê kiriye.”
Cîranekî wê malê ji Şivan Cebarî re got, “Dema ku dûman ji wê malê derket, hingê me zanî ku her heft endamên wê malbatê mirine. Mixabin demeke dirêj derbaz bû heta ku tîmên agirvemirandinê gihîştin cihê wê rûdanê.”
Şivan Cebarî eşkere jî kir, “Tiştê di wê çîrokê de herî zêde dilêş ew e ku, deriyê wê malê bi yekcarî hat girtin ji ber ku hemî endamên wê malbatê mirin.”