Gora Helbestvanê “Ey Reqîb” li Koyeyê bûye navendeke geştyariyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Gora helbestvanê nemir ê sirûda neteweyî "Ey Reqîb", Yûnis Reûf Dildar, li bajarê Koyeyê yê Başûrê Kurdistanê, bûye yek ji cihên sereke yên geştyariyê. Ne tenê geştyarên navxwe, lê belê geştyarên biyanî jî serdana mezarê wî dikin. Rêveberiya Geştûguzariyê gora Dildar xistiye nav bernameyên xwe yên fermî, lê mala wî ya dîrokî di rewşeke xirab de ye û li benda nûjenkirinê ye.
Li bajarê Koyeyê, li beşa herî bilind a Goristana Kekon ku li bajar dinêre, gora kesayetiyekî navdar û nîştimanperwer ê Kurd heye ku bi hezaran kes serdana wê dikin. Ev der aramgeha dawî ya helbestvanê nemir Yûnis Reûf Dildar e, ku bi nivîsandina sirûda neteweyî "Ey Reqîb" di dîroka Kurdistanê de cihekî taybet girtiye.
Dildar di 12ê Mijdara 1948an de, di temenê xwe yê 30 salî de li Hewlêrê ji ber nexweşiya dil, koça dawî kir û her li wir hat veşartin. Lê di sala 2004an de, termê wî bi merasîmeke bi heybet ji Hewlêrê bo warê wî yê jidayikbûnê, Koyeyê, hat veguhestin û li Goristana Kekon ji nû ve spartin axê.
Mezar bûye cihê geştyaran
Gora Dildar di sala 2007an de hatiye nûjenkirin. Li ser mezarê, portreya Dildar û helbesta navdar "Ey Reqîb" tevî çend helbestên wî yên din hatine neqişandin. Rêveberê Şûnwar û Kelepûrê Koyeyê Bextiyar Wacîd dide zanîn, wan kevirên gorê yên resen jî di nav mezarê de parastine.
Îro, ev der ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo geştyarên biyanî jî bûye ciyekî balkêş. Rêveberê Geştûguzariya Koyeyê, Îsmaîl Ebdulla, dibêje: “Me weke Rêveberiya Geştûguzariyê, gora Dildar xistiye nav bernameyên xwe yên geştyariyê. Her grûpeke geştyarî, çi navxweyî be, çi jî biyanî, ku serdana bajarê me bike, em wan tînin serdana vê kesayetiya navdar.”
Mala Dildar li benda nûjenkirinê ye
Berevajî girîngiya ku bi gora wî tê dayîn, mala dîrokî ya Dildar a li Kolana "Befrî Qendî" di rewşeke pir xirab de ye û hilweşiyaye. Lê belê, ji bo parastina vê şûnwara dîrokî, Rêveberiya Şûnwar û Kelepûrê Koyeyê plan amade kiriye. Li gorî daxuyaniya rêveberiyê, plan heye ku bi budçeyeke 200 milyon dînaran mala Dildar were nûjenkirin, da ku weke şûnwareke girîng a çandî û dîrokî ji bo nifşên paşerojê were parastin.