Li Idlibê teqînên bihêz: Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundewarê rojavayê Idlibê, zincîreyek teqînên bihêz depoyeke cebilxaneyê û baregeheke çekdarên biyanî kir armanc. Li gorî amarên destpêkê, di encama teqînan de 4 kes hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, îro li gundewarê rojavayê parêzgeha Idlibê, dengê çend teqînên bihêz û li pey hev hatin bihîstin.
Li gorî agahiyên Rewangehê, teqîn ji ber armanckirina depoyeke cebilxaneyê û baregeheke ser bi "çekdarên biyanî yên ne Sûrî" ve li zeviyên çandiniyê yên li rojavayê Idlibê pêk hatine.
Rewangehê herwiha da zanîn, di heman dema teqînan de, dron li esmanê herêmê digeriya, ku ev yek gumana êrişeke esmanî xurtir dike.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê bi rêya ajansa fermî SANA, amarên destpêkê yên qurbaniyan eşkere kirin û diyar kir, di encama teqînan de, 4 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kesên din jî birîndar bûne.
Heta niha ti aliyekî berpirsiyariya êrişê li xwe negirtiye.