Polîsên Tirkiyeyê 40 karmendên Şaredariya Stenbolê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya Tirkiyeyê parve kiriye ku, polîsên Tirkiyê îro (În, 15ê Tebaxa 2025ê) 40 kes li Şaredariya Stenbolê girtin, ku wekî bingeheke sereke ya Partiya Gel a Komarî (CHP) ya opozîsyonê tê hesibandin, Şaredarê Navçeya Bayogluyê û hejmareke şêwirmendên nêzîkî wî jî di nav wan girtiyan de hene.
Ev kampanyaya nû ya girtina endamên Şaredariya Stenbolê ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve bi tohmeta "gendeliyê" di çarçoveya hejmareke girtinan de ye, ku bi mehan e Partiya Gel a Komarî (CHP) dike armanc, ku partiya opozîsyonê ya herî navdar a Tirkiyeyê ye.
Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku wekî hevrikê herî navdar ê Recep Tayyip Erdogan tê hesibandin, li meha Adarê hat girtin û cezayê girtîgehê li ser wî hat sepandin. Girtina wî bû sedema pêleke xwenîşandanên berfireh li Tirkiyeyê, ku di 12 salên borî de tiştekê wesa nehatibûn dîtin.
Ji Cotmehê ve, neh ji 26 Serokên Şaredariyan ku endamên Partiya Gel a Komarî (CHP) ne li Stenbolê hatine girtin, bi piranî bi tohmetên têkildarî gendeliyê, ku ew red dikin.
Çavdêr li wê bawerê ne ku, Hikûmeta Tirkiyeyê bizavê dike ku Partiya Gel a Komarî (CHP) lawaz bike, ku di hilbijartinên xwecihî yên Bihara sala 2024ê de serkeftinek mezin bi dest xist.
Berdevka Den Partiyê Ayşegul Dogan jî her îro ragihand, “Ew operasyona îro li Şaredariya Bayogluyê ya Stenbolê hatiye kirin li dijî pêvajoya aştiyê ye.” Herwesa got, "Heke pirsa Kurdan çareser nebe, Tirkiye dê nebe welatekî demokratîk."