Serok Barzanî: Nabe nakokiyên siyasî bibin sedema şerê Kurd û Ereban

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di pêşwaziya kesayetiyê siyasî yê Sûriyeyê Mehmûd El-Muslet de tekez kir, divê aliyên siyasî rê nedin ku nakokiyên wan bibin sedema şerekî di navbera Kurd û Ereban de.
Li gor Baregeha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro 16ê Tebaxê pêşwazî li kesayetiyê siyasî yê Sûriyeyê Mehmûd El-Muslet kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li herêmê, bi taybetî rewşa rojhilatê Sûriyeyê, hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de herwiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku pêwîst e aliyên siyasî û hikûmeta Sûriyeyê ji bo çareserkirina kêşeyan, pişta xwe bi diyalog û hevqebûlkirinê girê bidin, da ku karibin astengiyan derbas bikin.
Di dawiyê de, Serok Barzanî tekez kir ku divê nakokiyên di navbera aliyan de nebin sedema derketina şerekî di navbera pêkhateyên Kurd û Ereb de li herêmê.