Berdevkê PDKê: Me bi YNKê re li ser bingehên avakirina kabîneya nû lihev kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, partiya wî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser bingehên sereke yên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîştine rêkeftinê. Mihemed tekez kir ku armanca hevbeş a herdu aliyan, parastina qeware û destkeftiyên Herêma Kurdistanê ye.

Mehmûd Mihemed îro 16ê Tebaxê ji K24ê re got: "Me li ser bingehên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi YNKê re li hev kiriye. Hin mijarên din ên weke dabeşkirina postan, karûbarên parlamentoyê û çend xalên din mane, ku guftûgoyên zêde li ser wan hatine kirin, dibe ku di van çend rojên pêş de bigihîjin encama dawî."

Berdevkê PDKê amaje bi wê yekê jî kir, ji ber cudahiya nêrînan a derbarê awayê karê hikûmetê, pêwîstî bi danûstandin û demê heye û got: "Xala me ya hevbeş ew e ku em çawa karibin qewareya Herêma Kurdistanê û van destkeftiyên heyî biparêzin û rûbirûyî astengiyan bibin."

Mihemed herwiha eşkere kir, cudahiya nêrînan di navbera herdu partiyan de asayî ye û got: "Em du partiyên cuda ne, dibe ku di hin mijaran de têgihiştina me ne weke hev be, ji ber ku dibe ku nêrînên me yên cuda li ser şêwaza rêveberiyê hebin. Lê ti xaleke nakokiyê ya wisa tune ye ku bibe sedema neavakirina hikûmetê."

Hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê di 20ê Cotmeha 2024an de hatibûn kirin. Di hilbijartinan de PDKê 39 kursî û YNKê jî 23 kursî bidest xistibûn.

 
Fly Erbil Advertisment