Xemîs Xencer rola PDKê di bihêzkirina pêkvejiyan û hevbeşiyê de bilind dinirxîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Siyade, Xemîs Xencer, bi helkefta 79emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir û tê de rola PDKê di bihêzkirina pêkvejiyan û hevbeşiyê de bilind nirxand.
Xemîs Xencer îro 16ê Tebaxê di peyamekê de pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî, serkirdatî, kadro û alîgirên PDKê kir û got, ew rol û pêgeha PDKê di siyaset û dîroka Herêma Kurdistanê û Iraqê de bilind dinirxînin.
Serokê Hevpeymaniya Siyade amaje bi wê yekê jî kir, PDK ji destpêka damezirandina xwe ve, yek ji pêkhateyên sereke yên siyasî yên Kurdistan û Iraqê bûye û "beşdarî di çespandina pêkvejiyan û bihêzkirina hevbeşiyê de kiriye."
Herwiha Xencer bang li hemû hêzên siyasî kir ku ji bo gihîştina bi aramiya siyasî, ewlehî û aborî, karê hevbeş bidomînin û hemû hewl ji bo çareserkirina nakokiyan bi rêya diyalogeke cidî bidin.
Di dawiya peyamê de hat gotin: "Em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku soz û pabendiyên ku îmze kirine bicih bînin, da ku dadwerî û wekhevî di navbera pêkhateyên gelê Iraqê de misoger bibe û ew neheqî û binpêkirinên ku rûbirûyî gelê Iraqê dibin, bên çareserkirin."