Ehmed Şera: Dabeşkirina Sûriyeyê ne pêkan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, di gotarekê de tekezî li ser yekparçebûna axa Sûriyeyê kir û her cure senaryoyên dabeşkirina welat bi tundî red kir. Şera diyar kir, "sedemên dabeşbûnê li Sûriyeyê nînin."
Di civîneke ligel hejmarek wezîr, akademîsyen, siyasetmedar û kesayetiyên navdar ên parêzgeha Idlibê de, Ehmed Şera rexneyên tund li wan aliyan girt ku bîr li dabeşkirina Sûriyeyê dikin û got: "Her kesê ku li Sûriyeyê daxwaza dabeşbûnê bike, ji aliyê siyasî ve nezan û xeyalperest e." Herwiha da zanîn, "gelek caran bîr û baweriyên xeyalî, alîgirên xwe ber bi xwekuştinê ve dibin."
Serokê Sûriyeyê piştrastiya xwe nîşan da û got: "Ez li Sûriyeyê metirsiya dabeşbûnê nabînim." Şera amaje bi wê jî kir, hin alî hene ku dixwazin welat parçe bikin û kantonên navxweyî ava bikin, lê li gorî wî "ev yek ji aliyê mentiqî, siyasî, neteweyî û çandî ve ne pêkan e."
Di beşeke din a axaftina xwe de, Şera hişyarî da li ser "pêşbaziya neyînî, postên siyasî û lêgerîna li rolan" û tekez kir ku ev diyarde, bi taybetî di qonaxa hestiyar a avakirina dewletê de, bandoreke neyînî li ser pêkhateya civakê dikin.
Derbarê piştevaniya hin aliyên navxweyî bi hêzên herêmî yên wekî Îsraîlê re, Şera destnîşan kir, ev karekî "gelekî dijwar e" û nêrîna xwe wiha diyar kir: "Herêma başûr xwedî nifûseke gelek mezin e û her dijminek bixwaze bikeve hundir, divê polîsekê li ber deriyê her malekê deyne, ku ev yek di rastiyê de ne pêkan e."
Têkildarî bûyerên dawî yên li parêzgeha Siweydayê, Ehmed Şera tekez kir ku dewlet pabend e ku lêpirsînê bi hemû kesên ku li wê parêzgehê binpêkarî kirine re bike.