Fûad Husên: Li petrolê rêkeftin heye; nabe Dadgeha Federal destêwerdanê bike

Navenda Nûçeyan (K24) –  Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên ragihand, Hewlêr û Bexda derbarê radestkirina petrola Herêma Kurdistanê de gihiştine rêkeftineke "demkî". Husên herwiha tekez kir, li gorî destûrê, nabe Dadgeha Federal destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Herêmê de bike.

Di hevpeyvîneke ligel kenala "El-Şems" de, Fûad Husên eşkere kir, li ser radestkirina petrolê lihevkirinek heye ku heta dawiya îsal derbasdar e û xwe dispêre yasaya budceyê û biryarên Dadgeha Federal. Herwiha got: "Ji bo sala bê, divê çareseriyeke din were dîtin."

Derbarê dahatên neneftî de jî, Husên amaje bi wê yekê kir ku li Bexdayê têgihiştineke şaş heye ku divê hemû dahat bên radestkirin, lê li gorî destûrê, beşek ji dahatên navxweyî mafê Herêmê ne û divê ev mijar jî di çarçoveyeke yasayî de were çareserkirin.

Husên bi tundî rexne li destêwerdana Dadgeha Federal a di mijara mûçeyên karmendan de girt û got: "Di sîstemeke federal de, nabe hikûmeta federal destêwerdanê di karên hikûmeta herêmî de bike. Divê para Herêmê were radestkirin û Hikûmeta Herêmê berpirsiyar e li hember gelê xwe." 

Herwiha destnîşan kir jî, ev biryara dadgehê ji ber nakokiyên navxweyî yên Kurdî derketiye û ne li gorî ruhê destûrê ye, ji ber ku Herêma Kurdistanê xwedî parlamento û desthilateke destûrî ye ku nabe bê binpêkirin.

Wezîrê Derve yê Iraqê bal kişand ser pirsgirêka sereke ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de û got: "Ez li Bexdayê rojane rûbirûyî zîhniyeta navendî dibim. Çanda li Bexdayê navendî ye." Diyar kir jî, ji ber derneketina zêdetirî 50 yasayên girîng, ên ku ji bo cîbicîkirina destûrê pêwîst in (wek yasaya petrol û gazê û Encûmena Federal), valahiyeke yasayî çêbûye. Ev valahî bi yasayên kevn ên serdema Beisê ku bi temamî navendî ne, tê dagirtin û ev yek dibe sedema nakokiyan.

Li ser egera vekişîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji proseya siyasî ya Iraqê, Fûad Husên ku di heman demê de Endamê Polîtbîroya PDKê ye, got ku ev mijar ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatiye behskirin û di civînên serkirdatiyê de bi awayekî cidî tê guftûgokirin, lê biryara dawî girêdayî serkirdatiya PDKê bi xwe ye.

 
 
Fly Erbil Advertisment