Sîrwan Mihemed: Zêdetirî 200 taxên Silêmaniyê di projeya ronîkirinê de cih girtine

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Rêveberiya Elektirîkê ya Silêmaniyê radigihîne ku di çarçoveya Projeya Ronakî de, elektirîka 24-saetî gihîştiye %80ê taxên navenda bajêr û di demeke nêzîk de dê tevahiya bajêr bikeve ber vê xizmetguzariyê.
Berdevkê Rêveberiya Elektirîkê ya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed îro 17ê Tebaxa ji K24ê re ragihand, zêdetirî 200 tax ango %80ê navenda bajarê Silêmaniyê ketiye nav Projeya Ronakî.
Sîrwan Mihemed diyar kir, elektirîka 24-saetî bi awayekî bênavber ji welatiyan re tê dabînkirin û got: "Ev elektirîk tenê di wan deman de tê qutkirin ku tîmên me ji bo çareserkirina pirsgirêkeke teknîkî ya li ser transformatoran dixebitin. Ji bilî vê yekê, bi ti awayî nayê birîn."
Berdevkê Elektirîka Silêmaniyê tekez kir, di demeke nêzîk de dê tevahiya bajêr bi temamî bikeve çarçoveya projeyê û xelk dê ji elektirîka 24-saetî sûd werbigire.
Projeya Ronakî
Projeya Ronakî, projeyeke stratejîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku armanca wê dabînkirina elektirîka 24-saetî ji bo welatiyan e. Di vê pergalê de, welatî ji karebayeke bênavber sûdê werdigirin û mehane tenê yek fatûre li gorî xerckirina xwe didin.
Ev proje yekem car roja 17ê Cotmeha 2024an, ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve li taxa Şadî ya Hewlêrê hatibû ragihandin. Armanca projeyê ne tenê dabînkirina Elektirîkê ye, lê herwiha paqijkirina jîngeha Herêma Kurdistanê ye bi rêya rakirina muelîdeyên taybet.