Zarokên Kurd li diyasporayê fêrî zimanê Kurdî tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Konfederasyona Revenda Kurdistanî ragihand ku, Rêveberiya Xwandina Derveyî Welat a girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevparriya konfederasyonê korsê çarê yê fêrbûna zimanê Kurdî li derveyî welat bi rêya înternetê dest pê kiriye.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî di daxuyaniyekê de, ku arasteyî Kurdên Diyasporayayê kiriye, ragihand, “Rêveberiya Xwandina Derveyî Welat a Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevpariya konfederasyonê korsê çarê yê fêrbûna zimanê Kurdî bi rêya internetê ji bo zarokên Kurd ên Diyasporayê ragihand, ku biryar e dersên wê li destpêka Cotmehê bên destpêkirin.”

Konfederasyona Revenda Kurdistanî ragihadiye, “Di wê korsê de, hefteyê rojekê ders bi rêya internetê tên pêşkêşkirin, ders xasma dikevin roja Yekşemê.

Konfederasyona navbirî herwesa gotiye, “Piştî qedandina wê korsê, bawernameya Wezareta Perwerdeyê dê ji xwendekaran re bê dan, û ders jî dê bi her sê zaravayan Soranî, Behdînî û Kurmanciya Bakur ji hêla mamostayên şareza û jêhatî ve bên dan.”

Konfederasyonê amaje jî daye ku, zêdetirî hezar xwendekarên Kurd li Diyasporayê tevlî fêrbûna zimanê Kurdî bûne. Piştî temambûna wê korsê, bawernameya Wezareta Perwerdeyê ji wan re hatin dan.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî dirûşmek bilind kiriye ku dibêje, "Zimanê Kurdî nasnameya me ya neteweyî ye." Herwesa dibêje "Zarokên we pêdivî ne ne ku zimanê dayikê hîn bibin.”

Li her welat û bajarekê cîhanê, xwendekar dikarin bi rêya vê lînkê (kurdistanidc.org/ziman) xwe ji bo fêrbûna Zimanê Kurdî qeyd bibin.

 
Fly Erbil Advertisment