Mûna Qehweçî: Em dê bi awayekî çalak tevlî hikûmeta nû bibin

Mûna Qehweçî
Mûna Qehweçî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgira Serokê Partiya Çaksazîyê ya Tirkmenî amaje da, “Divê rûniştinên parlementoyê di zûtirîn dem de bên destpêkirin û her gava ku di navbera aliyên siyasî de lihevkirin çê bibe, serokatî dê bê hilbijartin.”

Cîgira Serokê Partiya Çaksazîyê ya Tirkmenî Mûna Qehweçî îro (Yekşem, 17ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Divê rûniştinên parlementoyê di zûtirîn dem de bên destpêkirin.” Li ser asta navneteweyî jî, spasiya Herêma Kurdistanê kir ku ji bo cara yekê postê Sekreterê Parlementoyê ji pêkhateyan re hatiye dan.”

Mûna Qehweçî herwesa got, “Vê pêngavê pêkhateya Tirkmenî dilxweş kiriye, lê mixabin Hikûmeta Iraqê mafên Tirkmenan wekî pêdivî nedane.”

Wê amaje jî da, "Pêkhate mêvan nînin û mafê wan heye. Her gava ku di navbera aliyan de lihevkirinek çê bibe, desteya serokatiyê dê di çend seetên kêm de bê hilbijartin."

Cîgira Serokê Partiya Çaksazîyê ya Tirkmenî eşkere jî kir, “Em wekî mafê xwe dibînin ku bi awayekî çalak tevlî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya nû bibin, me ji bo vê armancê bi awayekî fermî daxwaz ji Serok Barzanî kiriye.

Şandên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li roja Pêncşemê (14ê Tebaxa 2025ê) li Hewlêrê civiyan û daxuyaniyeke hevpar weşand û tê de amaje da, “Divê Parlementoya Kurdistanê di meha bê de dest bi karên xwe bike.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment