Kurdek berbijarê Encûmena Pêkvejiyanê ya Kolnê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Li herêmeke Almanyayê hejmareke hilbijartinan tê kirin û ciwanekî Kurd ê Êzidî jî li Kolnê ji bo Encûmena Pêkvejiyanê xwe berbijar kiriye.
Di demekê de ku hilbijartinên li herêma North Rhine Westphaliayê ya Almanyayê nêzîk dibin, ku dê di meha bê de bên kirin, ciwanekî Kurd ê Êzidî jî bi navê Helmet Hadî ji bo Encûmena Pêkvejiyanê ya bajarê Kolnê xwe berbijar kiriye. Ev gav wekî derfeteke girîng ji bo zêdetir tevlîbûna siyasî ya Kurdan û penaberan li Almanyayê tê dîtin.
Helmet ciwanekî 25 salî ye û ji sê saliya xwe ve bi malbata xwe re li Kolnê dijî. Ew wekî bizava xwe ya yekê ya siyasî ji bo nûnerîtîkirina pirsgirêk û daxwazên civaka penaberan û bi taybetî yên Kurdan ketiye pêşbirka hilbijartinan.
Encûmena Pêkvejiyanê wekî pirek di navbera penaberan û rayedarên navxweyî de tevdigere û dengê penaberan digihîne dezgehên hikûmetê.
Helmet ji Peyamnêrê Kurdistan24ê Şewqî Kanebî re got, "Ev Encûmen dê bi taybetî deriyekî ji bo Parlementoya Almanyayê veke. Endamên wê encûmenê dê heftiyane bi endamên parlementoyê re têkilî hebin û her tiştê ku di vê encûmenê de bê nivîsandin û biryar li ser bê dan dê bigihînin wê derê."
Welatiyên Kurd ên li Kolnê dijîn vê pêngavê bi girîngî dibînin û tevlîbûna ciwanên Kurd di qada siyasî de wekî faktoreke girîng ji bo paşeroja Revenda Kurdî li Almanyayê binav dikin. Bi bawera wan, hebûna nûnerên Kurd di encûmenên wesa de dê bibe sedema çêtir û rasterasttir gihandina pirsgirêk û daxwazên wan.
Senger Henareyî ku li Kolnê dijî amaje da, "Dema ku tu wekî penaberek, wekî Kurdek, kesekî ji xwe hildibijêrî da ku dengê te bigihîne, da ku xemên te bigihîne, wê hingê ew bandorê li rênimayan dike. Wan rênimayan jî dê bandoreke rasterast li ser jiyana te hebe."
Helmet li sûk û cihên giştî yên Kolnê kampanyayeke hilbijartinan daye destpêkirin, bi armanca ku bawerî û dengên welatiyên wî bajarî bi dest bixe.
Bedran ku şêniyekî din ê Kolnê ye di derheqa berbijarkirina Helmet de got, "Ez bi wê yekê re me ku em Helmet hilbjêrin. Ew pir piştgiriyê dide ciwanan. Ez her roj li devera me wî dibînim. Her kes jê hez dike û rêzê li wî digire. Dilê wî mezin e û bi qasî ku dikare alîkariya mirovan dike."