Kabîneya Nehê 564 projeyên veberhênanê bi cih anîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 564 proje bi bihayê zêdetirî 24 milyar dolaran di warê veberhênanê de bi cih anîne.
Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 18ê Tebaxa 2025ê) di daxuyaniyekê de ragihand, “Di dema xebata Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 564 projeyên cuda cuda bi bihayê zêdetirî 24 milyar dolaran di sektora veberhênanê de li tevaya Herêma Kurdistanê hatine bicihanîn û vê yekê jî hemî warên wê sektorê vegirtine.
Bicihanîna projeyên veberhênanê di sektorên cuda cuda de:
- Pîşesazî: 142 proje bi bihayê 3 milyar û 649 milyon dolaran hatine bicihanîn.
- Bazirganî: 142 proje bi bihayê milyarek û 194 milyon dolaran hatine bicihanîn.
- Geştyarî: 78 proje bi bihayê 7 milyar û 559 milyon dolaran hatine bicihanîn.
- Xwecihbûn: 60 proje bi bihayê 4 milyar û 868 milyon dolaran hatine bicihanîn.
- Fêrkirin: 49 proje bi bihayê 417 milyon dolaran hatine bicihanîn.
- Tenduristî: 34 proje bi bihayê 366 milyon dolaran hatine bicihanîn.
- Çandinî: 21 proje bi bihayê 561 milyon dolaran hatine bicihanîn.
- Werziş: 14 proje bi bihayê 84 milyon dolaran hatine bicihanîn.
- Hevpar û biyanî: 11 proje bi bihayê 5 milyar û 154 milyon dolaran hatine bicihanîn.
- Xizmetkarî: 8 proje bi bihayê 100 milyon dolaran hatine bicihanîn.
- Hunerî: 3 proje bi bihayê 76 milyon dolaran hatine bicihanîn.
- Bank: 2 proje bi bihayê 19 milyon dolaran hatine bicihanîn.
Di vê çarçoveyê de, projeyên veberhênanê bi bihayê zêdetirî 24 milyar û 53 milyon dolaran di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine bicihanîn.
Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê qonaxeke girîng di pêşxistina veberhênana navxweyî de di hemî sektoran de derbas kiriye û ew pêvajo berdewam dike.