Sezgîn Tanrikulu: Pirsa Kurd bi demokrasiyê çareser dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, li Diyarbekirê daxuyaniyeke berfireh da û hem zimanê tund ê desthilatê yê li hemberî Rojavayê Kurdistanê rexne kir, hem jî nêzîkatiya hikûmetê ya ji bo pirsa Kurd a bi rêya komîsyonê kêm dît. Tanrikulu tekez kir, pirsa Kurd pirseke demokrasiyê ye û divê bi aştiyê çareser bibe.
"Gefên li dijî Kurdên Sûriyeyê me ji kûr ve diêşînin"
Tanrikulu di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser gefên desthilata Tirkiyeyê yên li dijî Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û got ku ev helwest Kurdên li Bakur diêşîne. Herwiha got: "Kurdên li Sûriyeyê dijîn xizmên me ne. Canê me ne. Her gotinek ku derbarê wan de tê gotin, her kurdekî vê derê, welatiyan ji kûr ve diêşîne."
Tanrikulu desthilat vexwend ku ji bo fêmkirina bandora gotinên xwe serî li bajarên Kurdan bide û got: "Ew gotinên we tê çi wateyê, werin li Diyarbekirê bipirsin. Biçin li Wan, Sêrt û Batmanê bipirsin da ku bibînin gotinên we çawa mirovan diêşîne. Li wê derê jî aştiyê bixwazin. Ji zimanê şer û pevçûnan xwe dûr bixin."
"Pirsa Kurd ne pirsa terorê, pirsa demokrasiyê ye"
Derbarê komîsyona ku li parlamentoyê ji bo çareseriya pirsa Kurd hatiye damezrandin de jî, Tanrikulu nêrîna partiya xwe anî ziman û nêzîkatiya hikûmetê rexne kir: "CHP dibêje pirsa Kurd, pirsa demokrasî û dadperweriyê ye û divê bi projeyeke demokrasiyê çareser bibe. Lê ew dibêjin pirsa Kurd nemaye, tenê pirsa terorê heye û ew jî bi komîsyonê çareser dibe."
Tanrikulu tekez kir ku tundî encama pirsa Kurd e û got: "Rast e tundî heye, lê ev encama pirsa Kurd e. Divê çek rawestin, lê divê pirsa Kurd jî bi dadperwerî û demokrasî çareser bibe."
Parlamenterê CHPê bang kir ku daxwaza aştiyê ya gel were dîtin û got: "Hêz û îradeya gelê me, daxwaza aştî ya gelê me heye. Li hemberî vê ranewestin."