Komîsyona Aştiyê îro guh dide dengê Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Hevrêziya Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê, di çarçoveya hewldanên ji bo pêvajoya aştiyê de, îro di civîna xwe de guhdarî nûnerên Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û hin rêxistinên mafên mirovan dike.

Komîsyon îro Çarşemê, 20ê Tebaxa 2025an, dê di du rûniştinan de pêşwaziya mêvanên xwe bike. Di rûniştina yekem de, dê nûnerên Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê bên guhdarkirin. 

Di rûniştina duyemîn de jî dê nûnerên Weqfa Alîkariya Mirovî, Maf û Azadiyan (IHH), Komeleya Mafên Mirovan (IHD), Komeleya Piştevaniya ji bo Mazlûman (MAZLUMDER) û Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî daxwaz û nêrînên xwe pêşkêş bikin.

Ev civîn di demekê de tê ku komîsyonê duh jî di civîna xwe ya çaremîn de guh dabû aliyên din. Di wê civînê de, malbatên leşkerên Tirk ên ku di şer de hatine kuştin û nûnerên "Dayikên Diyarbekirê" beşdar bûbûn û derbarê pêvajoya nû ya aştiyê de daxwazên xwe anîbûn ziman.

Navên wekî "Dayikên Aştiyê", "Dayikên Diyarbekirê" û "Dayikên Şemiyê" li Tirkiyeyê ji bo wan dayikan tên bikaranîn ku zarokên xwe ji ber şerê di navbera PKKê û artêşa Tirk de winda kirine an jî çarenivîsa wan nediyar e.

 
Fly Erbil Advertisment