Serok Barzanî û Balyozê Amerîkayê guftûgo li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêmê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 20ê Tebaxê pêşwazî li Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, Balyoz Stephen Fagin kir. Di hevdîtinê de, Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê Gwendolyn Green jî amade bû.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyê de belav kir, di hevdîtinê de, nêrîn li ser pêşhateyên herî dawî yên navçeyê, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hinardekirina petrolê hatine guhertin. Herwiha, piştgiriya ji bo kompaniyên petrolê yên Amerîkî ku li gorî yasa û destûrê peyman bi Hikûmeta Herêmê re îmze kirine, hat tekezkirin.

Herdu alî hevnêrîn bûn ku divê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê were çareserkirin û mûçeyên welatiyan nebin beşek ji nakokî û milmilaneyên siyasî.

Ji aliyekî din ve, herdu aliyan tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kirin. Di hevdîtinê de herwiha, hilbijartinên bê yên Encûmena Nûneran a Iraqê, rewşa Sûriyeyê, pêşveçûnên di pêngavên çaksaziya de li Wezareta Pêşmerge û pêngavên erênî yên derbarê avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, hatin gotûbêjkirin.

 
Fly Erbil Advertisment