7 leşkerên Îsraîlê di teqînekê de birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî ragihandina medyaya Îsraîlê, îro di encama teqîna bombeyeke destan (narincok) a kevn a artêşa Sûriyeyê de li bingeheke leşkerî ya li Çiyayê Şêx ê li bakurê Îsraîlê, heft leşkerên Îsraîlî birîndar bûn.
Li gorî raporan, teqîn di dema ku leşkeran di nav bingehê de destkarî li bombeyê dikirin, qewimî. Di encamê de, heft leşker birîndar bûn û rewşa çar ji wan weke "gelek giran" hatiye binavkirin.
Birîndar ji bo wergirtina çareseriyê bo Nexweşxaneya Zîv a li bajarê Sefedê hatin veguhestin.
Ji aliyê xwe ve, artêşa Îsraîlê ragihand, ji bo zanîna sedem û hûrgiliyên bûyerê, lêkolîn daye destpêkirin û dê tedbîrên pêwîst ji bo misogerkirina ewlehiya hêzên xwe li bingehê û derdora wê bigire.
Artêşa Îsraîlê, ji dema hilweşîna rejîma serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed ve, li lûtkeya Çiyayê Şêx a li başûrê rojavayê Sûriyê bi cih bûye.
Medyaya Îsraîlê berê ragihandibû ku "em ê heta daxuyaniyeke din ji Çiyayê Şêx ê Sûriyeyê venekişin, berevajî vê, du bingehên artêşa Îsraîlê li lûtkeya çiyê hatine avakirin." Medyayê herwiha da zanîn ku yek ji wan bingehan "bingeheke Sûrî ye ku hêzan ew bi awayekî berdayî dît û niha tê de bi cih bûne."