Dadgeha Federal: Berpirsên payebilind ên Iraqê nabin xwediyên pasportên dîplomatîk ên daîmî

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Federal a Iraqê li ser bingeha du giliyan, ku yek ji wan ji hêla Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên ve hatibû pêşkêşkirin, dana pasportên daîmî ji bo rayedar û dîplomatan nedestûrî hesiband. Dadgehê îro daxwaza wî qebûl kir û bi wî awayî dana pasportên dîplomatîk ji bo rayedarên Iraqê bi awayekî daîmî hat hilweşandin.
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro (Çarşem, 20ê Tebaxa 2025ê) li gorî qanûna hejmar 6 a sala 2025ê, edilandina yekê ya qanûna pasportan a hejmar 32 ya sala 2015ê, ya girêdayî dana pasporta dîpllomatîk bi kesên rayedar û dîplomatîk hilweşand, ku ya yekê ji hêla Wezareta Derve ve û ya din ji hêla Wezîrê Navxwe ve hatibûn tomar kirin.
Şarezayên qanûnî û destûrî di vî warî de hûrgiliyên wê daxuyaniyê weşandine û amaje daye, “Pêştir her kesê xwedî pileyeke bilind ba dibû xwediyê pasporta dîplomatîk a daîmî û paştir malbata wî jî feyde jê werdigirt.”
Şarezayan warên navbirî tekez jî kiriye, “Bi hilweşandina wê biryarê re ji hêla Dadgeha Federal a Iraqê ve, rayedar û dîplomat tenê dikarin di wê demê de pasporta dîplomatîk bi kar bînin, dema ku di postekî bilind ê diyarkirî de bin.”
Her wan şarezayan eşkere jî kir, “Pasporta wî kesî jî dê piştî bidawîbûna karê wî jê bê wergirtin û tu kesek jî di nav malbata wî de dê ji pasporta dîplomatîk a daîmî feydeyî wernegire.”