Komeke govendê ya Kurdî çend xelatên navneteweyî wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Komeke govendê ya Kurdî di du festîvalên cuda de çend xelat wergirtin û dengbêjekî Kurd jî pileya yekê bi dest xist.
Tevlîbûyîyekê wê festîvalê bi navê Raber Kurdistanî îro (Pêncşem, 21ê Tebaxa 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, "Di rojên 16 û 17ê Tebaxê de li bajarkê Batomê yê Gurcistanê, em bi Koma Şilêweyê ya Govendê re tevlî Festîvala Navneteweyî ya Stran û Govendê bûn û me çend xelat jî bi dest xistin.”
Raber Kurdistanî amaje jî da, “Koma Şilêweyê ya Govendê dîplomaya şanaziyê û Grand Prix a festîvalê bi dest xistin, û bi serbilindî ve nûnerên Kurdistanê karîn bi xweşikî xwedî li çanda kevnar û bihêz a welatî derkevin û bibin parêzvanên baş û kedkar.”
Navbirî eşkere jî kir, “Di warê deng û muzîkê de, min pileya yekê û xelata zêrîn bi dest xistin û ev cara duyê ye ku em tevlî festîvaleke wisa dibin.”
39 kom tevlî vê festîvalê bûn û çend kesatiyên navdar wekî komîteya nirxandinê tevlî wê bûn.