Medyaya nêzîkî Lahûr Cengî: Serokê YNKê dixwaze dadgehê bo afirandina senaryoyekê bi kar bîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya nêzîkî Lahûr Şêx Cengî ragihand, “Serokê YNKê dixwaze dadgehê bi kar bîne, da ku senaryoyeke mîna senaryoyên berê biafirîne û Lahûr Şêx Cengî tometbar bike.”
Aras Şêx Cengî yê birayê Lahûr Şêx Cengî îro (Pêncşem, 21ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, "Derketina biryara girtinê ji bo birayê min ji rastiyê dûr e.”
Medyaya nêzîkî Lahûr Şêx Cengî jî ji aliyê xwe ve ragihand, “Serokê YNKê dixwaze dadgehê bi kar bîne, da ku senaryoyeke mîna senaryoyên berê biafirîne û Serokê Bereyê Gel Lahûr Şêx Cengî tometbar bike.”