Hêzên Amerîkayê ji herdu baregehên leşkerî yên li Iraqê vedikişin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên leşkerî yên Amerîkayê, vê sibê zû bi awayekî çaverênekirî, ji du baregehên xwe yên leşkerî yên sereke li Eyn el-Esed û Viktoriyayê dest bi vekişînê kirin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê îro 24ê Tebaxê li ser zimanê jêderekî payebilind ê hikûmeta Iraqê ragihand, ferman ji Balyozxaneya Amerîkayê derketiye ku hêzên wan ji van her du baregehan bên vekişandin û ev pêvajo dê bi awayekî qonax bi qonax be.

Heman jêderî diyar kir, proseya vekişînê îro dest pê kiriye û beşek ji leşkeran ji her du baregehan derketine. Tê payîn ku di nava çend rojên bê de ev her du baregeh bi temamî bên valakirin.

Li gorî agahiyan, li baregeha Eyn Esed nêzîkî du hezar leşkerên Amerîkî hebûn, herwiha li baregeha Viktoriyayê ya ku dikeve nav Firokexaneya Navneteweyî ya Bexdayê jî hejmareke din a leşkeran hebûn.

Wî jêderî amaje bi wê yekê jî kir, beşek ji wan leşkerên ku ji van baregehan hatine vekişandin, ji bo Hewlêrê hatine veguhastin.

Ev pêngav di çarçoveya daxuyaniyeke berê de tê, ku Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Husên Elawî roja 17ê Tebaxê tekez kiribû: "Hikûmeta Iraqê pabendî programa xwe ya hikûmetê ye ku hêzên çekdar ava bike, erkên Hevpeymaniya Navdewletî bidawî bîne û pêwendiyên ewlehiyê bi wan re veguherîne pêwendiyeke berevaniyê ya dualî, ku di bin sîwana pêwendiyên siyasî, aborî û çandî de birêve biçe."

Elawî herwiha eşkere kiribû, Iraq bi welatên Hevpeymaniya Navdewletî re gihiştiye rêkeftinekê ku li gorî bernameyeke demkî ya diyarkirî di salên 2025 û 2026an de dawî li erkên hevpeymaniyê bê anîn.

Li gorî heman rêkeftinê, erkên Hevpeymaniya Navdewletî li baregeha şandeyê ya li Bexdayê û li baregeha Eyn Esed di meha Îlona 2025an de bidawî dibin û qonaxeke nû ya hevkariya ewlehiyê di warê şêwirmendî û bihêzkirina şiyanên hêzên ewlehiya Iraqê de dest pê dike.

 
 
Fly Erbil Advertisment