Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji malbata Seyîd Kake re sersaxiyê dixwaze

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber wexera dawiyê ya Pêşmerge û têkoşerekî her du şoreşên Îlon û Gulanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.

Tekista peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Ji ber wexera dawiyê ya têkoşerê navdar ê Kurdistanê û Pêşmergeyê herdu Şoreşên Îlon û Gulanê û xwediyê Madalyaya Barzaniyê Nemir Seyîd Kake, em ji dil sersaxiyê ji malbata rêzdar û dost û hevalên wî re dixwazin.

Seyîd Kake Pêşmergeyekî qehreman û kesatiyekî welatparêz ê Kurdistanê bû, ku tevahiya jiyana xwe ji bo parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê derbas kir. Xudayê mezin canê wî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bi kesûkar û hevalên wî jî bide.

Pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulanê û kesatiyê navdar ê bajarê Hewlêrê Seyîd Kake îro (Yekşem, 24ê Tebaxa 2025ê) di jiyê 93 saliyê de wexera dawiyê kir.

- Kake Îsmaîl Omer Xidir ku bi navê Seyîd Kake tê nasîn li sala 1932ê li bajarê Hewlêrê hatiye ser dinyayê.

- Dibistana seretayî qedandiye û li sala 1953ê tevlî serhildana cotkarên deşta Hewlêrê a li dijî derebegan bûye.

- Li 6ê Îlona 1961ê bi merema rêgirtina li polîsên Iraqê, ku ji bo şkandina greva bajarê Hewlêrê ji deşta Kerkûkê dihatin bajarê Hewlêrê, tevlî greva Şêrawayê bû ku ji hikûmeta Iraqê daxwaza mafên neteweyî yên Kurdan dikir.

- Li sala 1975ê, piştî hilweşîna Şoreşa Îlonê, ew wekî penaber reviya Îranê. Her di wê salê de, ew vegeriya Herêma Kurdistanê û ji aliyê rayedarên Beisê ve bi malbata xwe re ji bo Rumadiyê li rojavayê Iraqê hate sirgûnkirin.

- Li sala 1988ê, piştî qonaxên Enfalê, ew wekî penaber çû Komara Îslamî ya Îranê. Ew bi Kurdî, Erebî û Farisî şareza bû. Wî pirtûkek bi navê Bîranînên Pêşmergeyekî nivîsand.

 
Fly Erbil Advertisment