Berê Kurdistana Sûriyê: Lidarxistina hilbijartinên Parlemantoya Sûriyê ne rewa ye

Berê Kurdistana Sûriyê
Berê Kurdistana Sûriyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berê Kurdistana Sûriyê îro (Yekşem, 24ê Tebaxa 2025ê) daxuyaniyek li ser lidarxistina hilbijartinên Parlemantoya Sûriyê parve kiriye û tê de amaje daye ku, dûrxistina sê parêzgehan dûrxistineke ji kurd û durziyan re ye. Tekez jî kiriye ku, desthelata veguhêz, tecrûbeyên Beisê dubare dike û hewl dide desthilat di destê wê tenê de be.

Ev jî peyama Berê Kurdistana Sûriyê ye:

Lidarxistina "hilbijartinên parlemantoya Sûriyê" ne rewa ne û standina vîna sûriyan e. Ev desthelata veguhêz bi rêya "desteyên hilbijêr yên xwecihî" destê xwe datîne ser tevahiya proseyê, ku bi fermana serokatiyê ya hejmar 66 ku birêz Ehmed El-Şerih derxistiye, hatiye avakirin. 

Herwiha nûnertiya di parlemantoyê de tenê ji bo kesên naskirî û xwendevanan hatiye destnîşankirin, û hêz û aliyên siyasî, karker, cotkar, beşên din ên civakê û xelk bi giştî jê hatine dûrxistin.

Em tekez dikin, desthelata veguhêz, tecrûbeyên El-Beis dubare dike û hewl dide desthilat di destê wê tenê de be, bi awayê berdewamiya siyasetên zordariyê ku xelkê sûrî li dijî wan derket şoreşê û gelek qurbanî jî ji bo wê yekê dan. 

Tiştê tê kirin ne hilbijartinên rast e, lê belê ew e ku "desteyên hilbijêr yên xwecihî" ji xwe re kesê li gorî wan guncaw be û li gorî nêrînên desthelatê be, destnîşan dike, bêyî hilbijartinên azad û rasterast an jî nûnertîkirina vîna gelê Sûriyê. 

Dûrxistina sê parêzgehan, bi bihaneya ku niha ne aram in, dûrxistineke ji kurd û durziyan re ye, ku herdu pêkhateyên sereke ne li welêt. Herwiha ev yek dide xuyakirin, desthelata niha amade ye bi hesanî her kesê ne pê re be, ji mafên yasayî dûr bixîne ji ber xwe radestî daxwazên wê nekirin.

Ji ber ev desthelata niha her hewil dide Kurdistana Sûriyê û pêkhateyên din li welêt, dûr bixîne û rê li ber nûnertî û beşdariya siyasî digire, em bang li tevahiya hêz û partiyan li Kurdistana Sûriyê, bi tevahiya pêkhateyên wê ve, dikin civîneke bilez lidar bixin û avakirina desteyeke serbixwe ya hilbijartinan gotûbêj bikin, ku bi karên amadekirina lidarxistina hilbijartinan û damezrandina parlemantoya Herêma Kurdistana Sûriyê rabe, û dezgehên wê yên yasayî di bin çavdêriyeke navdewletî de û di hindur Sûriyak hevgirtî ya demokrat de. 

Em bang li Neteweyên Yekbuyî dikin, biryara 2254 bicih bike û çavkaniyê li hilbijartinên rast li Sûriyê bike, ku têde van mercên sereke cih bigirin ji bo misogerkirina hilbijartinên demokrat û rewa, weke: destpêkirina gotûbêjeke niştimanî ya rast ku tevahiya pêkhateyan têde cih bigirin, çêkirina serjimêriyeke nû bi serpereştiyeke navdewletî, hebûna Yasaya Partiyan ku partî karibin bi azadî tevlî proseya hilbijartinan bibin û rê li ber her aliyekî bê girtin, di nav de jî serokê desthilatê, ku karibe kesekî di parlemantoyê de destnîşan bike. 

 

Berê Kurdistana Sûriyê

24/ 08 / 2025

 
 
 
Fly Erbil Advertisment