35 hezar perçeyên din ên erdî li ser Pêşmerge û hêzên navxweyî tên belavkirin

Belavkirina erdî Pêşmergeyên xanenişîn jî vedigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, di qonaxeke nû de 35 hezar parçeyên din ên erdî li ser hêzên Pêşmerge û hêzên navxweyî tên belavkirin.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê di çarçoveya pêvajoya belavkirina erdî de qonaxeke nû ya terxankirina erdî ji bo hêzên ewlehiyê pejirand.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 24ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Di çarçoveya pêvajoya belavkirina erdî li ser fermanberan de, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê di qonaxeke nû de belavkirina zêdetirî 15 hezar parçeyên erdî ji bo hêzên Pêşmergeyan û xanenişînên wan pejirand.”

Wê fermangehê amaje jî da, “Niha jî navên 20 hezar fermanber û endamên hêzên Ewlehiyê yên navxweyî hatine vekolandin û biryar e ku, Encûmena Wezîran di demeke nêzîk de fermanekê bide ku erd ji wan re bê terxankirin.”

Herwesa di dema pêvajoya vekolandinê de, ji bo piştrastbûna ji dadperweriya belavkirinê, her fermanberekê ku ji wê pêvajoyê feyde wergirtiye dê mafê wergirtina erdî nebe.

Pêvajoya belavkirina erdî li ser fermanber û xanenişînên sivîl û leşkerî berdewam e. Vekolandin ji bo navên hemî fermanber, xanenişîn û endamên hêzên ewlehiyê qediyaye.

heta niha nêzîkî 200 hezar Pêşmerge û hêzên ewlehiyê ji wergirtina erdî feyde wergirtiye. Ev pêvajo dê berdewam be û bi tevahî jî nêzîkî 480 hezar perçeyên erdî dê li ser tevaya fermanberan bên belavkirin.

 
Fly Erbil Advertisment