Ev sê hefte ye Banka Navendî ya Iraqê veguhastina dolaran bo Hewlêrê rawestandiye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Şaxê Hewlêrê yê Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran eşkere kir ku, hikûmeta federal bi hincetên cuda cuda ji bo bazirganên Herêma Kurdistanê pirsgirêkan diafirîne. Herwesa got ku, niha veguhastina dolaran gelek kêm kiriye û dibe ku bê rawestandin. Bi vî awayî jî, bazirgan neçar dibin ku li sûkê dolaran bi 7% ji bihayê diyarkirî yê Banka Navendî ya Iraqê zêdetir bikirin.

Serokê Şaxê Hewlêrê yê Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran Resûl Hacî Omer îro (Yekşem, 24ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Pêştir Banka Navendî ya Iraqê her hefteyê carekê dolar ji bo Hewlêrê vediguhast, lê ev sê hefte ye ku çi veguhastin nehatine kirin. Ev jî di rêya karê bazirganiyê û bazirganan de ji bo bidestxistina dolarên Amerîkayî bûye pirsgirêk.”

Resûl Hacî Omer herwesa got, “Îhtîmalek heye ku Banka Navendî veguhastina dolarên Amerîkayî ji bo Herêma Kurdistanê bi tevahî rawestîne. Ev yek jî dê ji bo karê bazirganiyê û bilindbûna bihayên kelûpelan bibe pirsgirêkeke mezin, ji ber ku bazirgan neçar in ku li sûkê dolaran bi 7% ji wî bihayê Banka Navendî danaye zêdetir bikirin. Ev yek jî wesa dike ku, bazirgan neçar bin ku zêdehiya bihayê dolaran li bihayê kelûpelan zêde bikin û bi vi awayî bi gelemperî biha zêde dibin.

Navbirî haydarî jî da ku, ev siyaseta hikûmeta federal a li hember Herêma Kurdistanê dê ji bo Iraqê zirareke giştî û sertaserî hebe, wekî kêmbûna bihayê dînaran li hember dolaran. Ihtîmal jî heye ku, bihayê 100 dolarên Amerîkayî di demeke nêzîk de bigihîje 150 hezar dînarên Iraqî.

Hikumeta federal heta niha bi çend awayan ji bo bazirganên Herêma Kurdistanê pirsgirêk çê kirine, wekî astengkirina hinardekirina berhem û kelûpelên Herêma Kurdistanê ji bo başûr û navendên Iraqê, ji bilî ku bi gelek hincetên cuda cuda li xalên kontrolê yên Iraqê bac ji xelkî hatiye wergirtin.”

 
Fly Erbil Advertisment