Nivîsîngeha Têkiliyên Derve: 25 koçberên Kurd li Lîbyayê hatin azadkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, bi bizavên wê 25 koçberên din ên Kurd li Lîbyayê hatine azadkirin û ji bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin. Ev di demekê de ye ku, pêştir şeş ciwanên din jî ji wî welatî hatibûn vegerandin.
Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 24ê Tebaxa 2025ê) daxuyaniyek weşand û tê de amaje da, “Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê Ehmed Sehaf bi amadebûna 25 ciwanên Herêma Kurdistanê di peywendiyeke vîdyoyî de bi Serokê Nivîsgeha Têkiliyên Derve Sefîn Muhsin Dizeyî re behsa biserkeftina bizavên wan ji bo azadkirin û vegerandina hejmareke ciwanan ji bo Herêma Kurdistanê kir.”
Şêwirmendê Nivîsîngeha Têkiliyên Derve Selîm Paşa jî her li ser mekanîzma vegerandina wan ciwanan got, “Pirsgirêka sereke ya vegerandina van ciwanan nebûna pasportan e, ji ber ku qaçaxçî her zû pasportên wan ji wan distînin da ku ew nekarin vegerin. Lê me karî bi hevahengiya Balyozxaneya Iraqê li wî welatî pasportên derbasbûnê ji wan re peyda bikin û li vê derê jî Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî hêsankariyan ji wan re dike.”
Şêwirmendê Nivîsîngeha Têkiliyên Derve amaje jî da, “Tiştê mayî ew e ku, bilêtên balafirê ji bo wan 25 ciwanan bên peyda kirin. Tê çaverêkirin ku, piştî temambûna rêkaran ew ciwan di zûtirîn dem de vegerin Herêma Kurdistanê.”
Selîm Paşa eşkere jî kir, “Berî çend rojan, bi hevahengiya di navbera Nivîsîngeha Têkiliyên Derve û Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê de, şeş ciwan ji zindanên Lîbyayê hatin azadkirin û ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.”
Her di wê ragehandinê de hatiye gotin ku, Lîbya bûye yek ji rêyên koçberên neqanûnî ber bi welatên Ewropî ve. Hin ciwanên Herêma Kurdistanê û welatên din ên deverê ji bo gihîştina peravên Îtalyayê wî welatî bi kar tînin, lê piraniya caran ew ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên girtin û rûbirûyî rewşên dijwar dibin.