Parêzerê duyê yê Imamoglu hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzerê duyê yê Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê yê girtî Ekrem Imamoglu, ku yek ji hevalên wî yên nêzîk e, hat girtin.

Nusret Yilmaz, ku parêzer û hevalê zarokatiyê yê Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê yê girtî Ekrem Imamoglu ye, di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de li bajarê xwe yê Trabzonê hat girtin.
Medyaya Tirkyeyê amaje daye ku, Yilmaz dê di bin çavdêriya polîsan de ji bo Stenbolê bê veguhastin.

Girtina Yilmaz pêşhata herî dawiyê ya hejamreke lêkolînên mezin e, ku li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi tohmeta gendeliyê tê meşandin. Ev demek e ku ev lêkolîn hatiye destpêkirin û gelek rayedar û kesên nêzîkî Imamoglu vegirtine.
Parêzerekî din ê Imamoglu bi navê Mihemed Pêhlivan pêştir di meha Hezîrana 2025ê de  her di çarçoveya wê dozê de bi tohmeta "endamîtiya di rêxistineke tawankariyan de" hat girtin.

Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu û 99 kesên din li serê sibeha roja Yekşemê (23ê Adara 2025ê) di çarçoveya wê lêkolînê de, ku li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi tohmeta gendeliyê hat destpêkirin, bi biryara dadgehê ji bo zindanê hatin veguhastin.

 
Fly Erbil Advertisment