Di hevdîtina Amerîka û Rêveberiya Xweser de: Mijarên “tevlîbûnê û nenavendî” hatin gotûbêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li paytexta Urdinê, Emmanê, hevdîtinek di navbera şandeyeke Amerîkî û şandeyeke Rêveberiya Xweser de pêk hat û mijarên tevlîbûna demokratîk û sîstema nenavendî hat gotûbêjkirin.
Şandeya Amerîkî ku ji Senatora Amerîkayê Jeanne Shaheen û endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson pêk dihat roja 25ê Tebaxê li Emmanê şandeya Rêveberiya Xweser re civiya, ku ji Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed pêk dihat.
Piştî civînê hatibû diyarkirin ku di hevdîtinê de pêkanîna peymana 10'ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokê Qonaxa Veguhêz a Şamê Ehmed Şera hatiye gotûbêjkirin. Her wiha şandeya Amerîkayê piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re nîşan daye.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyekê dane medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, di hevdîtinê de danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de, astengiyên derdikevin holê û çareseriya pirsgirêkan jî hatine gotûbêjkirin.
Di çarçoveya pergala nenavendî de mijara tevlîbûnê hatiye gotûbêjkirin û li ser çawaniya wê hatiye rawestandin.
Çavkaniyê da zanîn, hewildanên ji bo hevdîtinên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê berdewam dikin, lê ev hevdîtin wê kengî pêk were, ne diyar e.