
Bi hevkariya rêxistineke Almanî gulîstana “Angela Merkel” li Efrînê hate vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serpereştiya rêveberiya herêma Efrînê û bi hevkariya rêxistina Almanî WHH (Welthungerhilfe), gulîstaneke giştî li navenda navçeya Şera hate vekirin. Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku bibe cihekî xwezayî û ewle ji bo bêhnvedana xelkê û zarokên wan.
Navenda Efrînê ya Ragihandinê îro 28ê Tebaxê belav kir, di roja vekirinê de, gelek çalakiyên kêfî û lîstik ji bo zarokan hatin lidarxistin. Di dawiya çalakiyan de, diyarî li zarokan hatin belavkirin, ku ev yek bandoreke erênî di dilê wan de hişt.
Amaje bi wê jî kir, malbatan jî bi awayekî berfireh beşdarî van çalakiyan bûn û kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Da zanîn jî, “Ev proje, gaveke girîng e di çarçoveya duristkirina jîngeha herêmî û pêşxistina cihên xizmetguzariyê de. Armanc ew e ku ewlehî, aramî û bêhnvedaneke civakî ji niştecihên Şera re peyda bike û cih ji hevdîtin û danûstandinên erênî re biafirîne.”








