Êrîşa nijadperest a bajarê Nîgdeyê yê Trikiyeyê hat şermezarkirin

Diyarbekir (K24) - Êrîşa nijadperest a li dijî karkerên kurd li Tirkiyeyê hatî kirin rastî bertekan hat, Parlementerê DemPartî yê Ruhayê Omer Ocalan, Partiya Welatparêzên Kurdistanê û Partiya Sosyalîsta Kurdistanê ew êrîş şermezar kir û daxwaz hate kirin ku demildest êrîşkar werin sizadan û rayedarên dewletê jî derbarê vê êrîşê de helwestek zelal nîşan bidin.

Li bajarê Nîgdeyê yê Tirkiyeyê karkerên kurd ên Sêweregî rastî êrîşek nijadperest hatin û di êrîşê de çek hatin bikaranîn û di encamê de karkerên birîndar bûyî bo Nexweşxaneyê hatin rakirin.

Parlementerê Ruhayê Yê Dem Partiyê Omer Ocalan di derheqa êrîşa nijadperest a ku li navçeya Borê ya Nîgdeyê rû dayî de amaje kir ku: “Êrîşeke nijadperest li dijî welatiyên ku ji navçeya Sewrega navçeya Rihayê wekî karkerên demsalî diçûn navçeya Bor a Nîgdeyê pêk hat. Karkerên demsalî yek ji komên karker ên herî bêparastin ên welatê me ne û bi awayekî sîstematîk rastî cudakarî û tundûtûjiyê tên. Êrîşa dawî ya li Borê eşkere kir ku ewlehiya welatiyên me bi têra xwe nayê parastin û her wiha gefek cidî li ser aştî û rêziknameya civakî ya welatê me çêkiriye. Di civakeke demokratîk de, divê tu welatiyek ji ber nasname, etnîsîte an şert û mercên xebata xwe nebe hedef an jî rastî tundûtûjiyê neyê.”

Partiya Welatparêzên Kurdistanê jî daxuyaniyek parve kir û tê de got: “Karkerên demsalî yên ji navçeya Sêweregê ya Rihayê, li navçeya Borê ya Nîgdeyê rastî êrişeke nijadperestan hatine.Di encama vê êrîşê de çend karkerên kurd birîndar bûne. Ev êrîş, encama siyaset û helwesta Dewleta Tirkîyeyê ya ku li ser dijateyîya kurdan tê meşandin e.Divê nîjadperest bizanibin ku miletê Kurd eve 100 sal e li himberî sîyaseta nîjadperestî, înkar, îmha û dijminatîya kurdan, sere xwe netewandîye û dê ji îro pê ve jî netewîne. Em bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku demildest wan êrîşkeran bigrin û cezaya pêwîst bidin wan. Em bangî hemû kes û alîyên gelê tirk yên li dijî nîjadperestîyê ne dikin da ku li himberî êrîşên weha yên hovane helwestê bigrin. Em bangî dezgehên mafên mirovan û baroyên li Kurdistanê ne dikin da ku ji bo ew nîjadperest bê ceza nemînin gavên pêwîst bavêjin. Em vê êrîşa nîjadperestên tirk ya li ser karkerên kurdan şermezar dikin.

Partiya Sosyalîsta Kurdistan jî di derheqa êrîşa nijadperest de ragihand ku, divê demildest êrîşkar werin girtin û werin sizadan ku karkerên kurd ên demsalî ne bi tenê ne û heta dawiyê jî dê ev bûyer were şopandin ku gelek tê mereqkirin ew rayedarên dewletê yên ku behsa biratiyê dikin vê mijarê de dê gavek çawa biavêjin.

 
Fly Erbil Advertisment