Hewas Egîd: Daxuyaniyên Salih Muslim zerarê didin doza Kurdî li Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyê Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyeyê Hewas Egîd, rexneyên tund li daxuyaniyên Endamê Desteya Serokatiya PYDê Salih Muslim girtin û ragihand, gotinên derbarê "nexebitîna ji bo dewleteke neteweyî" de, zerareke mezin digihînin helwesta yekgirtî ya Kurdan û doza wan a rewa li Sûriyeyê.

Endamê Desteya Serokatiya PYDê Salih Muslim roja 28ê Tebaxê li Silêmaniyê di çarçoveya konferansekê de, tekez kir ku ew ji bo dewleteke neteweyî kar nakin û xwe bi ti şêwazeke taybetî, wek federalîzm an rêveberiya xweser ve girê nedane, lê belê daxwaza "nenavendiya demokrat" dikin.

Hewas Egîd di beşdariya bultena nûçeyan a K24 de, li ser mijara "Kurd û Nenavendiya Demokratîk û Federalî li Sûriyeyê" de, diyar kir ku ev nêrînên Salih Muslim ne nû ne û helwesta fermî ya partiya wî ye, lê di heman demê de li dijî rastiya gelê Kurd in. 

Herwiha Egîd got: "Tu çawa dibêjî em ne neteweyek cuda ne? Zimanê te cuda ye, axa te cuda ye, dîroka te cuda ye, ala te cuda ye. Ev hemû nîşaneyên neteweyekê ne. Partiyên neteweyî ji ber zilm û stemkariya li ser Kurdan û nebûna demokrasiyê derketine holê."

Hewas Egîd amaje bi wê yekê kir, modela "nenavendiya demokratîk" a ku tê pêşniyarkirin, bêyî naskirina mafên neteweyî yên Kurdan û hebûna herêmeke siyasî-cografî ya taybet, dê nikaribe mafên gelê Kurd biparêze. Li gorî wî, ev yek dibe sedem ku di danûstandinên paşerojê de dijberên Kurdan bibêjin, "hûn bi xwe mafên xwe yên neteweyî naxwazin."

Egîd herwiha bal kişand ser Konferansa Yekrêziya Kurdî ya ku di 26ê Nîsanê de li Qamişlo bi beşdariya gelek aliyên siyasî û çavdêrên navdewletî hat lidarxistin û got, armanca sereke ya wê konferansê ew bû ku Kurd bi yek nerîneke siyasî û yek helwesteke neteweyî derkevin pêşberî cîhanê. Wî da zanîn ku daxuyaniyên bi vî rengî yên Salih Muslim vê hewldana yekrêziyê lawaz dikin.

Di dawiyê de, Hewas Egîd tekez kir ku ji bo parastina destkeftiyan û bidestxistina mafên zêdetir, pêwîst e tevgera siyasî ya Kurd li Sûriyeyê xwedî helwesteke yekgirtî û neteweyî be û xwe ji gotinên ku zerarê didin vê yekîtiyê dûr bixe.

 
 
Fly Erbil Advertisment