ENKSê Roja Cîhanî ya Windayan bibîr anî û daxwaza zanîna çarenivîsa girtiyan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Yasayî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Bi boneya Roja Cîhanî ya Windakirina bi Zorê, çalakiyek li dar xist û tê de kesûkarên windayan, partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan beşdar bûn û bi tundî daxwaza eşkerekirina çarenivîsa bi hezaran girtî û windayên di zindanên Sûriyeyê de kir.

Di çalakiyê de, wêneyên kesên ku ji aliyê rejîma Sûriyeyê û aliyên din ve hatine windakirin û durişmeyên ku bang li civaka navdewletî dikin da ku zextê li Şamê bikin, hatin bilindkirin. Beşdaran daxwaz kirin ku çarenivîsa hezkiriyên wan demildest bê zanîn û berpirsiyarên van tewanan bên darizandin.

Li gorî amarên rêxistinên mirovî, ji destpêka şoreşa Sûriyeyê di sala 2011an de heta niha, çarenivîsa zêdetirî 181 hezar kesên ku bi zorê hatine windakirin, ne diyar e.

Endamê Desteya Yasayî ya ENKSê, Muaz Yûsif ragihand, wan gelek hewl dane ku bi desthilatdarên Şamê re têkiliyê deynin, da ku agahiyan li ser çarenivîsa windayên Kurd werbigirin, lê heta niha ti bersiveke erênî bi dest nexistine. 

Yûsif got: "Mixabin hejmara windayan her ku diçe zêdetir dibe. Em her fersendê bi kar tînin, da ku em dengê van malbatan bigihînin cîhanê."

Malbatên windayan jî bi axaftinên xwe yên bi bandor êş û kesera xwe anîn ziman. Fatma Hemê, xwîşka yek ji windayan, çîroka birayê xwe Lezgîn Brahîm Hemê parve kir û got ku birayê wê di sala 2012an de dema leşkeriya neçar li Idlibê dikir, winda bûye û ji wê demê ve tu agahî jê nestandine. 

Fatmayê got: "Me li hemû deriyan da, ji parêzeran heta saziyên dewletê, lê ti encam dernexist. Gelek caran em hatin xapandin û pereyên me hatin xwarin, lê çarenivîsa wî nehate zanîn."

Dayika yekî din ji windayan, Dayika Ebdulselam got: "Hêviya min ew e ku ez beriya mirina xwe, çarenivîsa kurê xwe bizanibim. Bila tenê ji me re bibêjin. Ger şehîd bûye, ger sax e, ger birîndar e, çi dibe bila bibe, tenê em dixwazin bizanibin da ku dilê me rehet bibe."

Pirsgirêka windakirina bi zorê yek ji mezintirîn birînên şerê Sûriyeyê ye û zindanên rejîmê, bi taybetî zindana Sêdnayayê, weke cihê tewanên mirovî yên herî giran tên naskirin. Malbatên windayan bi salan e di navbera hêvî û bêhêvîtiyê de li benda agahiyekê ne.

 
Fly Erbil Advertisment