Ala Kurdistan24ê li ser lûtkeya herî bilind a Kurdistanê hate bilindkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêra Kurdistan24ê Hêro Mewlûdî, weke yekemîn rojnamevana jin, ligel 68 çiyavanên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê gihişte lûtkeya Çiyayê Halgurd ku bi bilindahiya 3607 metreyan, weke yek ji lûtkeyên herî bilind ên Kurdistanê tê naskirin. Ev gera hevbeş a çiyavaniyê bi serkeftineke mezin bi dawî bû û peyamên yekîtî û rêzgirtinê bi xwe re hilgirt.
Komên çiyavaniyê yên Hewlêr, Silêmanî, Soran û du tîmên ji Rojhilatê Kurdistanê, berbanga roja Şemiyê, 30ê Tebaxa 2025an, li binara Çiyayê Halgurd gihiştin hev. Piştî destnîşankirina rêber û çavdêrên gerê, rênimayiyên pêwîst li çiyavanan hatin belavkirin. Piştî çend xulekên xwe germkirinê, çiyavanan ber bi lûtkeya Halgurdê ve bi rê ketin û dest bi rêwîtiyeke dijwar kirin.
Tîmeke Kurdistan24ê jî bi serpereştiya paymanêr Hêro Mewlûdî, bi komên çiyavanan re bû û gav bi gav tevgeriya. Tariya şevê nekarî bibe asteng li pêşiya vîna çiyavanan. Bi derketina rojê re, ew gihiştin qûntara çiyê. 68 çiyavanan, bi hêviya ku bigihîjin yek ji lûtkeyên herî bilind ên Kurdistanê, westan nas nekir. Piştî çar saet û nîvan, ew bi serkeftî gihiştin lûtkeya Halgurdê.
Serperiştê Federasyona Çiyavaniyê ya Soranê Zîrek Zirar ji Peyamnêra Kurdistan24 Hêro Mewlûdî re got: "Armanca me ya sereke ew bû ku em bigihîjin lûtkeya herî bilind a Kurdistanê, ku Çiyayê Halgurd e. Spas ji bo Xwedê, hemû çiyavan bi selametî gihiştin serî."
Endamê tîma çiyavaniyê ya Silêmaniyê Îdrîs Mam Welî ji Kurdistan24ê re got: "Me Alaya Kurdistanê ya li lûtkeya Halgurd bi yekeke nû ya ji lewheyê (plêt) hatiye çêkirin guherand, da ku karibe li hemberî germ, serma û seqayê dijwar li ber xwe bide."
Çiyavana ji Rojhilatê Kurdistanê Sara Berzûn kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ez gelekî kêfxweş im ku min ev tîma çiyavaniyê nas kir û me bi hev re tîmeke gelek xweşik ava kir."
Herwiha, çiyavanê ji Hewlêrê Ferheng Erselan spasiya Kurdistan24ê kir û got: "Em destxweşiyê li Kurdistan24ê dikin. We hêz û moral da me da ku em karibin berdewam bikin û bigihîjin lûtkeyê."
Çiyavanên Kurd, li ser lûtkeya 3607 metreyî ya Halgurdê, bi bilindkirina Alaya Kurdistanê, rêzgirtina ji bo şehîdên jîngeparêz ên Helebce û Sineyê û girtina wêneyan, serkeftina xwe tomar kirin.