Mesrûr Barzanî fermana damezrandina bi sedan derçûyên kolîjên bijîşkî îmze kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro fermana damezrandina bi sedan derçûyên kolîjên bijîşkî yên Herêma Kurdistanê îmze kir, ku hewcedariyeke zêde ya dezgehên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê bi xizmetên bijîşkî heye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 1ê Îlona 2025ê) fermana damezrandina derçûyên kolîjên bijîşkî yên zanîngehên Silêmanî, Hewler a Bijîşkî, Dihok, Zaxo, Koye, Germiyan û Kurdistanê derxist.

Li gorî ragihandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kesên ku fermana damezrandinê jê re hatiye derxistin "775 derçûyên sala xwandinê ya 2023-2024ê ne, li ser mîlakê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi navnîşan û mûçe û dermaleyên hejî û li ser dahata navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê”.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, "Ev ferman ji ber hewcedariya zêde ya dezgehên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê bi xizmetên bijîşkî hatiye derxistin."

Kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê her ji destpêka karê xwe ve girîngîdan û pêşxistina sektora tenduristiyê kiriye xema xwe ya sereke û yek ji karên xwe yên herî pêşiyê.

Tevî krîzan û dijwariya rewşa aborî û sînordarkirina alîkariyên tenduristiyê ji aliyê hikûmeta federal ve, dabînkirina derman û pêdivîtiyên bijîşkî û xurtkirina jêrxaneya tenduristiyê ji bo kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîng û yek ji karên pêşiyê ye.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment