Emer Dilsoz: Divê zimanê Kurdî bi yasayan bê parastin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Beşa Çandî ya Şaredariya Diyarbekirê û nivîskar Emer Dilsoz hişyarî da ku zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî li bajaran, di bin xetereyeke mezin a tinebûnê de ye û bang kir ku ji bo parastina ziman tedbîrên bilez û bingehîn werin girtin.
Emer Dilsoz ji K24ê re behsa rewşa metirsîdar a zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê kir û got: "Li Bakurê Kurdistanê, ji ber nebûna statuyeke fermî û nebûna perwerdehiyê bi zimanê zikmakî, rewşa zimanê Kurdî ne baş e. Bi taybetî li navendên bajaran, rêjeya axaftina bi Kurdî her ku diçe kêm dibe û ziman ber bi helînê ve diçe."
'Zarokistan' Pêngaveke Girîng e
Dilsoz amaje bi vekirina "Zarokistan"an (pêşdibistanên bi Kurdî) ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve kir û ev pêngav weke "gelekî girîng" û "jiyanî" bi nav kir.
Herwiha got: "Ev navend ji bo şikandina wê jîngeha biyanî ku li ser zarokên me ferz bûye, derfeteke mezin e. Zarok beriya ku dest bi dibistana fermî bikin, di van navendan de bi zimanê xwe yê dayikê mezin dibin, pê dilîzin, hîn dibin û nasnameya xwe nas dikin. Ev pêngava yekem e ji bo parastina ziman ji bin bandora asîmîlasyonê."
"Divê Kurdî bibe Zimanê Perwerdehiyê yê Fermî"
Lê belê, Emer Dilsoz tekez dike ku ev hewldanên sivîl bi tena serê xwe ne bes in û ji bo rizgarkirina ziman ji metirsiyê, pêwîstî bi parastineke yasayî heye. Dilsoz got, "Ev pirs divê di rojeva siyasî de bibe mijara herî girîng. Divê zimanê Kurdî bi yasayan bê parastin. Pêwîst e Kurdî li Bakurê Kurdistanê, di dibistan û zanîngehan de, li gel zimanê Tirkî weke zimanê perwerdehiyê yê duyem were qebûlkirin."
Dilsoz diyar kir ku dema mirov behsa çareserkirina pirsgirêka Kurd dike, divê ziman weke stûna sereke ya vê çareseriyê bê dîtin.
Di dawiya axaftina xwe de Dilsoz bi gotineke watedar bal kişand ser girîngiya ziman û got: "Miletekî eger zimanê wî çû, êdî ma çi tiştê wî dimîne?"