Baroyên Diyarbekir û Mêrdînê: Divê girtiyên siyasî û nexweş bên berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya destpêkirina sala nû ya dadweriyê, Baroyên Diyarbekir û Mêrdînê daxuyanî dan û hêvî kirin ku sala nû bibe sala serweriya hiqûqê, serbixwebûna darazê û rêzgirtina li mafên mirovan.
Baroya Diyarbekirê: Divê Demîrtaş û girtiyên nexweş bên berdan
Li ber avahiya Dadgeha Diyarbekirê, bi beşdariya hejmarek ji parêzeran, Serokê Baroya Diyarbekirê Abdulkadîr Guleç daxuyanî xwend. Guleç di destpêkê de bal kişand ser girîngiya serbixwebûna darazê û xwest ku daraz li gorî vê bingehê kar bike.
Guleç, Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahir Elçî ku li Sûrê hatibû kuştin, bibîr anî û soza domandina têkoşîna wî da û got: "Em ê bi ruhê têkoşîna ku bi destê wî û hevalên wî dest pê kiriye, têkoşîna xwe bidomînin."
Derbarê pêvajoya siyasî de jî, Guleç kêmasî û pirsgirêkên heyî anî ziman û daxwaz kir, demildest gavên çareseriyê bên avêtin. Guleç bi awayekî eşkere got: "Divê Selahattîn Demîrtaş, Bekir Kaya û hevalên wan ên girtî bên berdan."
Serokê Baroyê herwiha bal kişand ser mirina Mûstafa Karatepe, yê ku piştî 30 salên zindanê, tenê 7 meh piştî berdana xwe jiyana xwe ji dest da, û got: "Banga me ew e ku girtiyên nexweş û hemû girtiyên ku cezayên xwe temam kirine, demildest bên berdan û gavên pêwîst bên avêtin."
Baroya Mêrdînê: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
Serokê Baroyê Mêrdînê Ahmet Duyan, daxwaza serweriya hiqûqê kir û da zanîn, tevî hemû zext û hewldanên provokasyonê yên li dijî prosesa aştiyê, ew hê jî bi hêvî ne.
Duyan tekez kir, ew weke parêzer, dê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û misogerkirina maf û azadiyên bingehîn têkoşîna xwe bidomînin.