Nêçîrvan Barzanî û şandeke Tirkî tekezî li ser pêşxistina têkiliyên xwe dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Rêveberê Giştî yê Karûbarên Iraq û Îranê yê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Alî Riza Guney kir û di hevdîtinê de hilbijartinên dahatû yên Iraqê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 2ê Îlonê pêşwazî li Balyoz Alî Riza Guney û şandeke pê re kir. 

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di hevdîtinê de têkiliyên Tirkiyeyê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navxweyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê û hilbijartinên dahatû yên Iraqê hatin nirxandin.

Di heman demê de, her du aliyan pesnê asta têkiliyên di navbera xwe de dan û tekezî li ser berfirehkirina hevkariya hevbeş di warên cuda de kirin.

Rewşa ewlehiyê ya navçeyê, pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojhilata Navîn û bandorên wan, ligel çend pirsên girîng ên hevbeş bûn, mijarên din ên hevdîtinê, ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê jî di hevdîtinê de amade bû.

 
Fly Erbil Advertisment