Di navbera gotin û kiryarê de: Berê diyaloga Şamê bi Kurd û Durziyan re li kû ye?

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî guhertinên siyasî yên dawî yên li Sûriyeyê, qada siyasî ya wî welat şahidiyê li guhertinên berbiçav dike. Hikûmeta nû ya li Şamê nêrîneke nermtir û vekirîtir li hember pirsgirêkên navxweyî nîşan dide, di vê çarçoveyê de pirsa Kurd û Durziyan wekî du mijarên sereke derdikevin pêş. Serokatiya nû amadebûna xwe ji bo destpêkirina diyalogeke rasterast bi her du pêkhateyan re radigihîne.

Di daxuyaniyên xwe yên dawî de, Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera bi awayekî eşkere amadebûna xwe ji bo gotûbêjan ligel nûnerên Kurd û Durziyan nîşan da. Ev helwest wekî guherîneke girîng di siyaseta Şamê de tê dîtin, ku armanc dike bi rêya diyalogê çareseriyan ji bo pirsgirêkên siyasî yên kûr peyda bike. Ev gav bi taybetî ji bo herêmên wekî Siweyda û Rojhilatê Firatê, ku piraniya xelkê wan Durzî û Kurd in, xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Nêrîna Şareza û Siyasetmedaran

Derbarê vê mijarê de, şarezyê siyasî Ebdulkerîm Omer ji K24 re ragihand: "Serokê Sûriyeyê got ku ew ê ligel Kurd û Durziyan diyalogê bikin. Ev ne tiştekî nû ye, berê jî me ev bihîstibû. Lê cûdahiya vê carê ew e ku ev gotin di çarçoveya yekparçeyiya Sûriyeyê de û ji bo avakirina pêşerojeke hevbeş tên gotin."

Ji aliyê xwe ve, Serokê Xwecihiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li Şamê Luqman Silêman, van daxuyaniyan wekî gaveke erênî dinirxîne, lê di heman demê de tekezî li ser pêwîstiya gavên pratîkî dike. 

Silêman ji K24 re got: "Serokê Sûriyeyê çend daxuyanî dan, ku gavên girîng in ber bi çareseriyeke bingehîn ve. Lê divê ev guhertin bi biryarên dezgehên fermî yên dewletê ve werin girêdan û tenê wek gotin nemînin. Pêwîst e bibin kiryar."

Pêşeroj û Hêviyên ji bo Çareseriyê

Li gorî şîrovekarên siyasî, qonaxa pêş dikare bibe destpêka gotûbêjên rasterast di navbera hikûmeta Şamê û nûnerên Kurd û Durziyan de. Tê payîn ku ev pêvajo rê li ber lihevkirineke nû veke ku tê de mafên van pêkhateyan werin misogerkirin û aloziyên li welat kêm bibin.

 
Fly Erbil Advertisment