Mesrûr Barzanî: Em tekezî li ser parastina destkeftên niştimanî û qewareya me ya destûrî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 64emîn salvegera destpêkirina Şoreşa mezin a Îlonê, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Di peyama xwe de, Serokwezîr Barzanî tekezî li ser girîngiya dîrokî ya şoreşê û pêwîstiya parastina nirxên wê yên wekî yekrêzî û tebayiyê kir ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr Barzanî îro 11ê Îlonê di peyama xwe de got: "Em îro bi rêz û hurmeteke mezin, salvegera Şoreşa mezin a Îlonê bi rêbertiya rêberê me yê niştimanî, cenabê Barzaniyê Nemir, bi bîr tînin. Ev şoreş, şoreşeke seranserî ya gelê Kurdistanê bû bi hemû netewe, ol û pêkhateyên xwe yên cuda ve, ku ji bo parastina mafên neteweyî û niştimanî yên gelê Kurdistanê û rawestana li dijî zilm û dagirkeriyê dest pê kiribû."
Mesrûr Barzanî destnîşan kir, bi saya xweragirî, îradeya bihêz û yekrêziya gelê Kurdistanê di Şoreşa Îlonê de, gelek destkeftên girîng hatin bidestxistin, ya herî berbiçav jî Rêkeftina 11ê Adara 1970î bû. Ev rêkeftin bû sedem ku rejîma Iraqê neçar ma mafên rewa yên gelê Kurdistanê bi fermî nas bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: "Di 64emîn salvegera Şoreşa mezin a Îlonê de, em tekezî li ser pabendbûna bi nirxên bilind ên vê şoreşê dikin, bi taybetî yekrêzî û hemahengiya di navbera hemû pêkhate û çînên gelê Kurdistanê de. Armanca me parastina maf û destkeftên me yên niştimanî û statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye."
Di dawiya peyama xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî silav li giyanê pak ê şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê kir.