Li Dîlokê werza çinîn û hişkkirina bîbera sor dest pê kir
Li Dîlokê werza çinîn û hişkkirina bîbera sor dest pê kir

Li Dîlokê werza çinîn û hişkkirina bîbera sor dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Îslahiyê ya Dîlokê, werzê çinîn û hişkkirina "îsota sor", ku wek yek ji berhemên herî girîng ên herêmê tê naskirin, dest pê kir. Tê payîn ku îsal berhema îsotê bigihîje zêdetirî 43 hezar tonî.

Bi hezaran karker, ku piraniya wan ji bajarên cîran ên wekî Diyarbekir, Semsûr û Rihayê tên, ji serê sibê ve dest bi kar dikin. Karker di germahiya ku digihîje 40 pileyî de, bi kedeke mezin îsotan ji zeviyan berhev dikin. 

Ev berhema ku ji bo aboriya herêmê xwedî girîngiyeke stratejîk e, ji bo bi hezaran malbatan jî dibe çavkaniya debarê.

Piştî ku îsot tên berhevkirin, qed û çopên wan tên veqetandin û di makîneyan de tên hûrkirin. Piştre, li qadên berfireh li ber tavê tên raxistin da ku bi awayekî xwezayî werin hişkkirin. 

Di qonaxa dawî de, ev berhem di 26 kargehên navçeyê de tê amadekirin û ji bo firotinê ber bi bazarên navxweyî û derveyî welat ve tê şandin.

Serokê Odeya Çandiniyê ya Îslahiyeyê Osman Erdogan derbarê mijarê de ragihand, 8 hezar karker ji herêmên cuda li ser vê berhemê dixebitin û got: "Gel ji gelek deverên welêt ji bo kar tê vir. Karên çinîna îsotê û paqijkirina wê dikin. Em îsal li benda 43 hezar û 200 ton îsot in."