Bahçeli: Divê Ahmet Turk vegere ser karê xwe

Devlet Bahçeli
Devlet Bahçeli

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê MHPê amaje da, “Eger Ekrem Imamoglu bêguneh be, divê ew bê berdan. Eger ne, divê bê cezakirin.” tekez jî kir ku, divê Ahmet Turk vegere ser karê xwe.

Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli di çavpêkeftinekê de ji rojnameya Sabahê re ragihand, " Eger Ekrem Imamoglu bêguneh be, divê ew bê berdan. Eger ne, divê bê cezakirin.”

Serokê MHPê herwesa got, "Eger Erdogan bixwaze dîsa bibe namzet, ez dê piştgiriyê bidim wî."

Devlet Bahçeli amaje jî da, “Ahmet Turk şaredarê Mêrdînê bû, lê ji karê xwe hat dûrxistin. Ew bi awayekî çalak tevlî avakirina diyalogê bû, da ku tenahî û ewlehî li Tirkiyeyê bên misogerkirin.”

Navbirî tekez jî kir ku, divê Ahmet Turk vegere ser karê xwe.

Pêştir jî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Pêncşem, 4ê Îlona 2025ê) bi Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli re civiya û li ser pêvajoya aştiyê û pêşketinên li Tirkiye û Sûriyeyê axivîn.

 
 
Fly Erbil Advertisment